Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Em destûriyê bi hevdîtina sêyê ya şanda Dem Partiyê û Ocalan didin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Em destûriyê bi hevdîtina sêyê ya şanda Dem Partiyê û Ocalan didin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê tekez dike ku, destûriyê bi hevdîtina sêyê ya şanda Dem Partiyê û Ocalan didin, lê wê şandê heta niha çi daxwaziyek ji bo wê meremê pêşkêş nekiriye.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç li ser serdana sêyê ya şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ji bo Îmraliyê ji bo civîna wan bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Evdila Ocalan re ragehand ku, çi daxwaziyeke fermî ji bo wê meremê nehatiye pêşkêşkirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê amaje jî da, “Eger daxwaziyeke nû di wî warî de bê kirin, helsengandin jê re tê kirin û destûrî bi wê daxwazê tê dan.”

Şanda Dem Partiyê ji Perwîn Buldan û Sirî Sureya Onder pêk tê; heta niha du caran li ser pirsoeya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Evdila Ocalan re civiyaye.

Tê çaverêkirin ku şanda Dem Partiyê piştî vegeriyana ji Herêma Kurdistanê ragehandineke tevgir li ser piroseya nû ya aştiyê parve bike, û paştir jî daxwaziyê ji bo hevdîtina sêyê bi Ocalan re pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bike.

Pustên heman beş