Pêşmergeyan planeke terorîstên DAIŞê li Xurmatûyê pûçkirin

Pêşmergeyan planeke terorîstên DAIŞê li Xurmatûyê pûçkirin

Wezareta Pêşmerge ragihand, piştî ku şaneyeke razayî ya DAIŞê li Xurmatû li parêzgeha Kerkûk, êrişî çend şivanan kir, hêzên Pêşmerge yekser li navçeyê dest bi tevgerê kirin û karîn şivanan rizgar bikin.

Wezareta Pêşmerge îro 19ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, şaneyeke razayî ya DAIŞê li gundên Xurmatû bi taybet derdora gundên Duracî û Xerayê êrişî çend şivanan kir û di encamê de şer û pevçûn di navbera wan de derket.

Wezaretê eşkere kir, piştî haydarbûna hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li deverê, EW bilez çûn cihê bûyerê, ji bo rizgarkirina şivan û xelkê deverê û karîn şivanan bi silametî vegerînin deverên wan û terorîst ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

Wezareta Pêşmerge dibêje, Pêşmergeyên Kurdistanê dê her dem hişyar bin û bi mêrxasî û destekî pola rûbirûyê hemû liv û tevger û kiryarên terorîstên DAIŞê bibin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê K24ê, îro 3 şivan li gundê Duracî yê di navbera Kifrî û Xurmatûyê de, bi hejmarek çekdarên DAIŞê re ketibûn şer.

Pustên heman beş