Çeteyên PKK’ê zarokeke din ji taxa Şêx Meqsûd revand

Çeteyên PKK’ê zarokeke din ji taxa Şêx Meqsûd revand

Rêxistina “Ciwanên Şoreşger” a girêdayî PKK’ê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê zarokeke temen biçûk bi armanca tevlî kirina wî di nava refên partiyê de revand.

Li gorî agahiyan, rêxistina “Ciwanên Şoreşger” di 16ê Sibatê de zarokê 14 salî “Husên Sebrî Prîmo” li taxa Şêx Meqsûd revand û ew bir bi kampên xwe yên perwerdeya leşkerî ve bir.

Husên ji gundê Xelalkayê girêdayî navçeya Bulbulêya Efrînêye, li Şehbayê koçber bûn, piştre koçberî Reqayê bûn û vegeriyan Helebê.

Taxa Şêx Meqsûd di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk deye ku hêza serekeya hêzên Sûriyeya Demokratîk e.

Pustên heman beş