Erdogan tekane namzedê serokatiya AK Partiyê ye

Erdogan tekane namzedê serokatiyê AK Partiyê ye

8. Kongreya Asayî ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) îro 23ê Sibatê li Enqerê dest pê dike.

Kongreya sê rojan berdewam dibe û Recep Tayyip Erdogan, take namzedê serokatiya wê partiyê ye.

Tê payîn ku zêdeyî 1600 endam û gelek mêvan beşdarî kongreya heştemîn a AK Partiyê bibin. Tê payîn ku ji 13 welatan 95 balyoz, 28 partiyên siyasî, 127 saziyên navxweyî û navneteweyî û saziyên sivîl jî beşdarî kongreyê bibin. Herwiha 56 saziyên ragihandinê yên herêmî û navneteweyî jî dê kongreyê bişopînin.

Nûnerên CHP, MHP, Iyi Partî, Partiya Yekîtiya Mezin, Huda Par, Partiya Refahê ya Nû, Partiya Sosyalîst a Demokrat, Partiya Saadetê û Partiya Vatanê dê beşdarî kongreyê bibin. Lê belê DEM Partî, Partiya DEVA û Partiya Pêşerojê ji bo kongreyê nehatine vexwendin.

Roja Înê 07-02-2025an, konferansên baskên AK Partiyê li parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dawî bûbûn û Erdogan beşdarî 29 konferansan bûbû.

AK Partî heta niha 7 kongreyên asayî û 4 kongreyên awarte lidar xistiye û 11 milyon û 135 hezar û 306 endamên wê hene.

Pustên heman beş