Hewlêr û Bexda li ser hinardekirina petrola Kurdistanê lihev kirin

Hewlêr û Bexda li ser hinardekirina petrola Kurdistanê lihev kirin

Hewlêr û Bexda li ser hinardekirina petrola Kurdistanê lihev kirin û komîteyek jî ji bo kontrolkirina boriyan hatiye avakirin.

Şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, îro 23-02-2025an piştî pêwendî û hevahengiya di navbera Wezareta Petrolê ya Iraqê û Wezareta Samanên Sirûîştî ya Herêma Kurdistanê de, rêkeftin hat kirin ku li gorî rêjeya berdest, hinardekirina petrola ji nû ve dest pê bike.

Li gorî daxuyaniya şanda danûstandinkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tîmeke teknîkî ya hevbeş ji bo kontrolkirina boriyên hinardekirina petrola Kurdistanê di navbera her du aliyan de hatiye avakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di vî warî de em soza bicihanîna bendên Yasaya Budçeya Giştî ya Federal tekez dikin.”

Ev di demekê de ye, Wezareta Petrolê ya Iraqê duh Şemiyê ragihandibû, hemû rêkarên ji bo dubare hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê temam bûne.

Pêştir ajansa “Reuters” li ser zarê 8 jêderên cuda belav kiribû, rêveberiya Donald Trump hişyarî daye Iraqê ku di zûtirîn dem de dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike.

Nêzîkî 2 salan e hinardekirina petrola Kurdistanê hatiye rawestandin û bûye sedema ziyana 26 milyar dolarî ji bo aboriya Iraq û Kurdistanê û nehevsengiya bazara cîhanî ya enerjiyê.

Pustên heman beş