Qeyum ji bo şaredariya Qaxizmanê hat danîn

Qeyum ji bo şaredariya Qaxizmanê hat danîn

Piştî ku cezaya zîndanê li Hevşaredarê Qaxizmanê hatibû birîn, qeyum ji bo Şaredariya Qaxizmanê ya DEM Partiyê hate tayînkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê li Şaredariya Qaxizman a Qersê ya DEM Partiyê qeyûm tayîn kir.

Di 20’ê Sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê zîndanê li Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan hatibû birîn. Avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin. 

Di teblîxata wezaretê de hate diyarkirin, Hevşaredar Mehmet Alkan “weke tevdîreke demkî” ji peywirê hatiye girtin û Qeymeqamê Qaxizmanê Okan Daştan weke qeyûm li şaredariyê hatiye tayînkirin.

Mehmet Alkan pêştir di 1ê Mijdara 2019an de hatibû binçavkirin. Alkan bi şertê kontrola edlî hat berdan. Mehmet Alkan di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ji Partiya DEM’ê bû şaredar.

Pustên heman beş