PKKê kuştina fermandareka xwe û 3 Gêrîlayan ragehand

3-Gerila-Fermandar-Heftenin-info

Rêxistina PKKê nasnameya 4 çekdarên xwe yêk jê fermandar aşkere kir ku li sala rabûrî li herêma Heftenînê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û hatine kuştin.

HPGê îro roja duşemî 24 Sibata 2025ê nasnameya fermandareka xwe ya bi navê Helîme Mehmûd û bi navê kod Axîn Cûdî û 3 çekdarên din aşkere kir ku li herêma Heftenînê li Tîrmehê sala rabûrî 2024ê hatine kuştin.

PKKê mirina van çekdarên xwe jî 6 mehan veşartbû û ji nû ve îro hatiye gotiye me wendakirine û em wan bi rêzdarî bibîr tînin!.

Di pesnê wan de PKKê ev çar çekdar bi milîtan û fedakarên Apo pênase kirine û got ku fedayê Apo bin.

PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de par vedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirna wan veşartî hiştiye.

Pustên heman beş