Efkan Ala: Em çaverê ne Ocalan banga çekdanînê bike û PKK jî pabend be

Ocaalan-PKK-Turkey-AK-Parti

Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê dibêje, ew jî çaverê dikin, Abdulla Ocalan bang li PKKê bike ku çekên xwe deyne û ew di warê pabendbûna PKKê de jî geşbîn in. 

Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala piştî kongreya mezin ya partiya xwe ji medyaya Tirkiyê re axivî û got, ew dixwazin êdî li Tirkiyeyê tundî û teror nemîne. 

Ala got, li derdora Tirkiyeyê çi rû dide, ew bi awayekî baş dibînin. Heta niha gelek bac hatiye dayîn, welatiyên vî welatî hatin kuştin, gelek çavkanî vala çûn û li navçeyê jî êşên mezin hatin kişandin. 

Ala, li ser pirsa pabendbûna PKKê bi banga Ocalan jî got, ew çaverê dikin Ocalan bang li PKKê bike çekên xwe deyne. Ew geşbîn in ku PKK pabendî banga Ocalan bibe, lê li navçeyê gelek hêz û dezgehên hewalgêrî û berjewendiyên cuda hene, ji ber vê ew bi hişyarî nêzîkî vê pirsê dibin. 

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç got, dibe ku rêberê girtî yê Partiya PKKê Abdullah Ocalan beriya dawiya vê mehê di nava du-sê rojên bê de, peyamekê ji rêveberiya PKKê re bişîne.

Tunç got: “Ocalan dê ne bi rêya vîdyoyê peyama xwe bide û naveroka peyama wî dê ne ji bo dewlet û gelê Tirkiyeyê be, tenê ji bo PKKê be ku wî ava kiriye.”

Wezîrê Dadê diyar kir, şanda DEM Partiyê dikare ji bo cara sêyemîn serdana Ocalan bike, lê heta niha wan ti daxwazek pêşkêş nekirine.

Şandeke DEM Partiyê ku wek şanda Îmraliyê tê naskirin, ji Parvîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, heta niha 2 caran bi Abdullah Ocalan re li ser pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hevdîtin pêk anîne.

Pustên heman beş