Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê diyar kir, Serok Mesûd Barzanî di hevdîtina bi şanda Îmraliyê de got ku ew piştgiriyeke mezin didin nêrîna çareseriyê ya Ocalan.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de li Meclisê axivî û geşedanên di rojevê de nirxandin.
Bakirhan danîna qeyuman li ser şarederiyan şermezar kir û got: “Li her çar aliyên cîhanê em li rê û rêbazên aştiyê digerin, lê ew hêj jî qeyûman tayîn dikin. Ma dê ev zîhniyeta xespkar û înkarger heta ku bidome?”
Derbarê pêvajoya nû de jî got: “Em di qonaxa destpêkeke nû de ne ku dê qedera gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherînin. Dê bandorê li dehan salên me tevan bikin.”
Herwiha got: “Em dikarin dest bi sedaleke nû ya demokratîk bikin. Heke hinek jidil bin, dê di rojên pêş de ev mijar bibin mijarên sereke yên Tirkiyeyê. Em dikarin Tirkiyeyeke rengîn ava bikin. Em ji bo vê têdikoşin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê li ser rol û helwesta Serok Barzanî jî got: “Li Herêma Federe ya Kurdistanê hevdîtinên erênî hatin kirin… Ya herî girîng jî ew bû ku ji lîderên girîng ên gelê Kurd birêz Mesûd Barzanî di hevdîtinê de got ku ew piştgiriyeke mezin didin nêrîna çareseriyê ya birêz Ocalan. Ev, seknekî dîrokî ye. Kurd bi hev re ne.”