Şanda Dem Partiyê dixwaze ji bo cara sêyê serdana Îmraliyê bike, ji bo çavpêkeftina bi Ocalan re. Ji bo vê meremê jî, Dem Partiyê daxwazek pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kiriye.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Ayşe Gul îro (Çarşem, 26.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehand ku, partiya wê bi merema çavpêkeftina bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re daxwazek pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kiriye.
Şanda Dem Partiyê ji Ehmed Turk, Sirî Sureya Onder û Perwîn Buldan pêk hatiye. Ew şand pêştir du caran, li roja 28.12.2024ê û li roja 22.01.2025ê, li zindana Îmraliyê bi Ocalan re civiyaye, bi merema danûstandinên li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Herwesa Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç jî li roja 19.02.2025ê di derheqa serdana sêyê ya Dem Partiyê ji bo Îmraliyê de ragehand ku, ew destûriyê didin hevdîtina sêyê ya şanda Dem Partiyê û Ocalan, lê wê şandê heta niha çi daxwazek ji bo wê meremê pêşkêş nekiriye.