Şaredarê Beykozê hate binçavkirin

Şaredarê navçeya Beykozê ya Stenbolê Alaattîn Koseler ku ser bi CHPê ve ye, hate binçavkirin.

Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler jî di nav de, Serdozgeriya Komarê ya Beykozêbi tometa gendeliyê, derbarê 4 kesan de biryara binçavkirinê da.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de, derbarê 17 kesan de jî ji ber sûcên “di îhaleyê de hîle kirine” û “ji bo sûc bikin rêxistin ava kirin, endamtiya rêxistin û alîkarî” biryara girtin, binçavkirin, lêgerîn û desteserkirinê hatiyee dayin.

Kesên hatin binçavkirin, ji bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Stenbolê hatine birin.

Ji aliyekî din ve, Serokê Şaxa CHP’ê ya Stenbolê Ozgur Çelîk jî diyar kir, ev serederiya bi şaredar Alaattîn Koseler ê 65 salî re, neheqî ye û got, ew ê bi parêzer û rêxistinên xwe re, vê pêvajoyê bişopînin.

Ji hilbijartinên şaredariyan ên 31’ê Adara 2024’an û vir ve, 13 şaredar li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji erkên xwe hatin dûrxistin.

Pustên heman beş