DEM Partî: Ji PKK’ê bersiveke dîrokî ji bo banga Ocalan hat

DEM Partî: Ji PKK’ê bersiveke dîrokî ji bo banga Ocalan hat

Cîgira Seroka Fraksiyona DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyê, pêşwazî li biryara PKKê ya agirbestê kir û daxwaz ji parlamentoyê kir ku “gavên bilez bavêje û berpirsatiya xwe li hember wê rewşê bigire.”

Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro 1ê Adarê agirbest ragihand û diyar kir ku ew ê pabendî naveroka banga Ocalan bibin.

Cîgira Seroka Fraksiyona DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit ragihand: “Peyama PKK’ê ya îro ji bo banga Ocalan, gaveke dîrokî ye û weke pêngava yekem agirbest ragihand. Ev jî bi awayekî vekirî nîşan dide ku bi lez û bez banga Ocalan pêk tîne.”

Koçyigit got jî: “Her çend ev bang di bingehê xwe de çekdanîn û hilweşandina PKK’ê ye jî, lê bangewaziyek ji bo demokratîkbûna dewletê ye, ji bo dewlet ji demokrasiyê re hestiyar be û sîstemeke demokratîk bê avakirin ku hemû gel, hemû bawerî û hemû civakên li welat dijîn, li xwe bigire.

Cîgira Seroka Fraksiyona DEM Partiyê got jî: “Dem hatiye ku parlamento di vê pêvajoyê de, rola xwe ya erênî bilîze û ji bo pêkanîna pêvajoyê û pêkanîna aştiyê gavên pêwîst bavêje.”

Pustên heman beş