Nasnameya 4 çekdarên HSDê hat aşkerekirin

QSD-4-net

Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê îro nasnameya 4 çekdarên xwe aşkere kir ku li Şedadê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û jiyana xwe ji dest da ne.

Navenda ragihandinê ya HSDê îro roja şemî 1 Adara 2025ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 Şervanên xwe aşkere kirin ku li herêma Şedadê li 26 Sibata îsalê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

Navên çekdaran wisaye:

Xebat Mistefa ji Kobanê ye.

Cegexwîn Xelîl ji Kobanê ye.

Xalid Mihemed ji Efrînê ye.

Cemal Nesret ji Kobanê ye.

HSDê di daxuyaniyê de wiha got: Dewleta Tirk êrîşên xwe li ser gelên Sûryeyê didomîne û ew dixwaze qada dagirkeriyê berfereh bike.

Pustên heman beş