Erdogan hişyariyê dide PKKê

Erdogan hişyariyê dide PKKê

Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand: “Eger pêwîst bike, em ê operasyonên xwe bidomînin”. Herwiha got: “Eger pabendbûn bi sozan nebe, em kevir li ser kevir nahêlin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duh 1ê Adarê di bernameya fitarê de got: “Eger PKK pêvajoya xwe ya bêçekbûnê rawestîne yan jî soza xwe pêk neyne, em ê dîsa dest bi operasyonan bikin.”

Erdogan herwiha got: “Em xapandinê qebûl nakin û eger pabendbûn bi sozan nebe, em kevir li ser kevir nahêlin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê da zanîn jî, “Ji xeynî hin komên marjînal, piraniya gel û siyasetê teşebûsa Tirkiyeya bêteror, bi erênî pêşwazî kir û piştgirî dayê.”

Erdogan got jî: “Helbet em di çareseriya pirsgirêkan da dê pêşaniyê bidin axaftin û lihevkirinê, didin. Em ê ji niha pê va jî şûna zimanê nefretê û rageşiyê dê ji niha pê va jî siyaneta dualî, xweşbinî û diyalogê derxînin pêş.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 27ê Sibatê bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re bangek li PKKê kiribû û jê daxwaz kiribû çekê xwe deyne û xwe hilweşîne.

Piştî vê banga Ocalan, Komîteya Rêveber a PKK’ê îro 1ê Adarê ragihand, ji bo Banga Abdullah Ocalan re, ew ji îro pê ve agirbestê radigihînin. Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”

Pustên heman beş