Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke din a 12 salî revand

Rêxistina Ciwanên Şoreşgera girêdayî PKK’ê keçeke temen biçûk ji taxa Şêx Meqsûda parêzgeha Helebê bi mebesta çekdar kirina wê di nava refên partiyê de revand û ber bi kampên perwerdehiyê ve bir.

Çavkaniyekî herêmî ragihand ku di 22 Sibata 2025an de çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zaroka biçûk ya bi navê neda Yusuf El-Hemdo ya 12 salî li ber dibistana seretayî ya Alan Mihemed revand, hat hînbûn ev keç bi esla xwe Ereb e.

Taxa şêx Meqsûd di bin kontrola yekîneyên parastina gel yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk deye ku hêza sereke ya hêzên Sûriyeya Demokratîke.

Tê zanîn fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanî di sala 2019an de ligel Vêrcînya Gamba nûnera NY bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê deye.

Pustên heman beş