Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got: “Divê êdî şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. Pêwîst e ev pêvajo bi pêşengtiya wî bê meşandin.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan îro 2ê Adarê di Kongreya Rêxistina Şirnexê ya DEM Partiyê de got: “Rêzdar Ocalan di nav şert û mercên giran û tecrîdê de rûpeleke nû ya dîrokî ji bo hemû gelen Rojhilata Navîn vedike. Birêz Ocalan bangawaziya aştiyê kir.”
Herwiha got: “Ti kesî bawerî bi aştiyê nedianî. Li her derê Kurdistanê êriş û şer hebû. Me peyama birêz Ocalan bi hêz û coş pêşwazî kir. Pêşwazîkirin di heman demê de kiryarên me ne. Divê em li vê bangawaziyê xwedî derkevin.”
Berdevka DEM Partiyê got jî: “Em li vir dibêjin û bang dikin ku divê şert û mercên rêzdar Ocalan biguhere. Guhertin tenê jî têr nake. Em şert û mercên azad dixwazin. Ew pêvajo divê bi rêbertiya wî bê meşandin.”