Cezaya girtinê li Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler hat birîn

Cezaya girtinê li Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler hat birîn

Li Şaredarê Navçeya Beykozê Alaattîn Koseler ê ser bi CHP’ê ve, cezayê girtîgehê hate birîn.

Dadgeha Cezaya Çaksazî ya Baykozê di rûniştina yekemîn de, cezaya girtîgehê 13 girtiyan birî ku di nava wan de, Şaredarê Baykozê Alaettîn Kosler hebû.

Li gorî dosyaya lêpirsînê, di şaredariyê de Alaettîn Kosler gendelî kiriye. Ji bilî Kosler, 21 kesên din jî ji bo dadgehê hatin kirin, lê ji wan li 13 kesan cezayê girtîgehê hat birîn.

Şaredarê navçeya Beykozê ya Stenbolê Alaattîn Koseler ku ser bi CHPê ve ye, roja 27ê Sibatê ligel hejmarek kesên din hatibû binçavkirin.

Di vê derbarê de, Şaredarê Stenbolê ê li ser pişka CHPê Akram Îmamoglu got, parêzgeha Stenbolê di serdemeke nedadperwerane re derbas dibe û dê cihê xwe di nav rûpelên dîrokê de bigire.

Ji hilbijartinên şaredariyan ên 31’ê Adara 2024’an û vir ve, 13 şaredar li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji erkên xwe hatin dûrxistin.

Pustên heman beş