Wezîrê Berevaniya Îsraîlê ragehand: Îran wek metirsiya herî mezin li ser asayîşa navçeyê maye û em kar dikin li gel Amerîkayê ji bo rêgirîkirina li destxistina çekên atomî.
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yisrael Katz spasiya Amerîkayê kir, ji ber wan alîkariyên leşkeri yên pêşkeşî Îsraîlê dike.
Rojnameya New York Times duh 03.03.2025ê ragehand, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di heyama mehekî de cara duyem desthilatên xwe yên bilez bikaraniye û derveyî pejirandina kongreyê bi nirxê 4 milyar dolaran çek ji bo Îsraîlê şandine.
Li gor heman rojnameyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê di beyanameyekî de diyar kiriye ku çima desthilat bilez bikaraniye û tenê got: ‘’Îdareya Trump dê berdewam be li bikaranîna hemû amûrên berdest bo cîhbicîhkirina pêbendiyên ji kevin de ên Amerîkayê yên ji bo ewlehiya Îsraîlê û di nav wan de jî amûrên tekoşîna dijî metirsiyên ewlehiyê.’’
Herwaha rojnameyê diyar kiriye, berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê roja înê, lijneyên firotina çek li encûmena nûneran û encûmena pîran li ragehandina bilez agahdar kirine û amaje bi wê yekê jî kiriye.
New York Timesê bi zimanê berpirsekî Amerîkayê yê nexwast navê wî bê aşkera kirin veguhest û got: ‘’Gelek caran ku çek û teqemenî bo Îsraîlê dihate şandin, li kongrê dûvçûn li ser dihate kirin.’’ Herwaha diyar kiriye ku Wezareta Derve; ‘’Rêkeftina firotina çekd bi nirxê nêzîkî 2 milyar dolaran neşandiye bo kongrê ku dûvçûn li ser bê kirin.’’
Rojnameyê got, Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) roja înê ya borî hûrgiliyên vê firotina çekan ji Îsraîlê ragehandine û zêdetir ji 35 hezar bombe li xwe digre, ku giraniya her yek ji wan bombeyan nêzîkî yek tonê ye.