DEM Partî: Divê Tirkiye operasyonên leşkerî rawestîne heta ku PKK kongreya xwe lidar bixe

Dem-PKK-Kongre-Info

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê daxwaza rawestandina operasyonên artêşa Tirkiyeyê kir, da ku PKK kongreya xwe lidar bixe û peyama Ocalan bicih bîne.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari îro 4ê Adarê ivîna koma jinan a partiya xwe de axivî û got: “Em spasiya Serok Barzanî û hemû serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê dikin ji bo piştevaniya wan, ev ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd û aştiyê piştgiriyeke gelek mezin e.”

Hatîmogûllari got: “PKK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê li gorî banga Ocalan tevbigerin. Vê bangê û ragihandina agirbestê hêviya me ya aştiyê gelek mezin kir. Ji bo ku ev hêvî mayinde bibe û ji bo PKK bikare kongreya xwe lidar bixe, divê demildest zemîna şer ji holê were rakirin. Divê operasyonên derveyî sînor tavilê bên sekinandin. .”

Herwiha Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê got: “Gelekî girîng e ku birêz Erdogan li vê pêvajoyê xwedî derdikeve. Tenê axaftin têra demokrasiya Tirkiyeyê û pêkanîna aştiyê nake. Çalakî û pratik tê xwestin.”

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê roja 27ê Sibatê bo cara sêyemîn li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre jî di konferanseke rojnamevanî banga Ocalan ji raya giştî re ragihand.

Ocalan di banga xwe de daxwaza çekdanînê li PKKê kir û herwiha daxwaz kir jî ku PKK kongreya xwe lidar bixe û xwe tê de hilweşîne.

Komîteya Rêveber a PKK’ê 1ê Adarê li ser banga Abdullah Ocalan, agirbest ragihand. Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”

Pustên heman beş