Qarasû: Em ê PKK’ê hilweşînin û dawiyê bi têkoşîna çekdarî bînin

Qarasû: Em ê PKK’ê hilweşînin û dawiyê bi têkoşîna çekdarî bînin

Endamê konseya Rêvebera KCK’ê Mistefa Qarasû beşdarî bernayeke taybeta televîzyona Medya Heberê ya PKK’ê bû û diyar kir ku girêdayî banga Evdilla Ocalan ya 27ê Sibatê, PKK’e dê kongreya xwe lidar bixe û da zanîn ku divê Ocalan di pêvajoya kongreyê de bikeve dewrê.

Di beşeke axaftina xwe de, Qarasû got ku divê artêşa Tirkiyeyê pabendî agirbesta ku PKK’ê ragihandiye bibe û êrişên xweyên li ser wan bi dawî bîne.

Qarasû her wiha diyar kir ku ji bo bipêşveçûna pêvajoya aştiyê divê mafê hêviyê ji bo rêberê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan were bicihanîn.

Endamê konseya birêvebra KCK’ê diyar kir ku rêberê PKK’ê ji bo pêvajoya aştiyê kedeke mezin daye û ew dê pêwîstiyên banga wî bi cih bînin û da zanîn:

“Em dê bersiva vê kedê bidin. Me her tim hewl da bersiva keda serokatî bidin û em tevgereke wiha ne.”

Mustafa Qarasû tekez kir ku ew dê PKK’ê hilweşînin û têkoşîna çekdarî bi dawî bînin û got:

“Em tim şopînerên serokatiyê bûn, em îro jî şopînerên wî ne. Em dê veguherîna ku serokatiyê derxistiye holê, hilweşandina PKK’ê û dawî anîna têkoşîna çekdarî pêk bînin.

Bila gumana kesî di vê mijarê de nebe.

Dewlet û desthilat jî divê bêy ku çi hincetan bînin di çarçoveya demokratîkbûnê de tiştên pêwîst bikin.”

Qarasû banga serokê MHP’ê Dewlet Baxçelî ya ji bo Ocalan jî bi bîr xist û got:”

“Dewlet Baxçelî got bila bangewaziyê bike em piştre mafê hêviyê bi cih bînin.

Bangawazî hat kirin wê demê divê mafê hêviyê were bicihanîn.

Her kes dizane mafê hêviyê piştî 25 salan berdane.

Di beşeke girînga daxuyaniya PKK’ê de jî hatiye diyarkirin ku divê mafê hêviyê were bicihanîn û rê li ber xebata serokatîya di şert û mercên azad de were vekirin.

Êdî divê şert û mercên siyasî û yasayî werin bicihanîn.

Heta ev yek nebin ew qas gerîla dê çawa dawiyê li têkoşîna çekdarî bînin?”

Endamê konseya birêvebera KCK’ê di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr xist ku wan agirbest ragihandiye û divê êrişên li dijî wan jî bi dawî bibin û anî ziman:

“Eger li dijî hêzên gerîlayan êrîş çêbibin dê çi bikin?

Ma mafê xweyê parastina rewa bi kar naînin?

Ma dê bibêje fermo min dîl bigre?

Ji ber vê divê pêbendî agirbestê bibin.

Eger pêbendî vê nebin wê demê ev tê wê wateyê ku dibêjin em vê pêvajoyê qebûl nakin.

Bi gotinê qebûl dikin lê di pratîkê de cuda be ev yek nabe.”

Ocalan rêberê PKK’ê 27 Sibata 2025 banga çekdanîn û hilweşandina PKK’ê kir.

Piştî ku roja 1ê Adarê PKK’ê agirbest ragihand, roja Duşemê jî wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê ragihand ku ew rê nadin pêvajo were têkdan û dirêjkirin.

Niha ji bo pêvajoyê çav li ser gavên yasayî yên dewletê û sazkirina kongreya PKK’ê ne.

Pustên heman beş