Ji damezrînerên PKK yê Mistefa Qarasû beşdarî televîzyoneke PKK ê ya li Ewropayê bû û derbarê pêvajoyê de daxuyanî da. Di vê pêvajoyê de ew li ser her rexneyan ya li ser PKK ê û daxuyaniya Ocalan bersiv da û rexnegir bi tehdîdkirin got “em devê we bigirin”.
Endamê Konseya rêveber a KCK ê û berpirsê medyaya PKK ê Mistefa Qarasû di daxuyaniya xwe de hewl da ku îzah bike ku Ocalan tu daxwazekê nekiriye, û îddia kir ku wan serkeftinek mezin bi dest xistiye û PKK nemir e. Qarasû, ku berê gotibû “Ez militanê şaşiyên Serokê APO jî me”, dîsa li gorî gotinên xwe tevgeriya û di axaftina xwe de gelek caran pesnê Ocalan da. Qarasû got “Em PKK ê bi tevahî temsîl nakin, PKK tevgereke serokatî ye, hemû biryar Serok Apo digire” xuya ye ku dixwaze ji gel rastiya têkçûna PKK ê veşêre.
Qarasû di destpêka axaftina xwe de jî ji kesên ku ji nav çepê Tirk di dewra borî de jiyana xwe ji dest dane, Sevim Belli bi bîr anî. Hin sernivîsên axaftina Qarasû wiha ne:
Qarasû: Serok Apo ji demeke dirêj ve li dijî çareseriya dewlet bûnê ye
Di nameya ku Ocalan ji Îmralî ê şandiye de, Ocalan got ku ew li dijî çareseriyên dewletî, federatîf û kultûrî ye û van gotin Ocalan ji layê Kurdan ve bertekek mezin dît. Derbarê red kirina Ocalan ya mafên herî biçûk nasnameyeke destûrî an kultûrî ji bo Kurdan, Qarasû got ku “ew red dikin ji ber ku “ev hemû parçeyeke şêwazê çareseriyên dewletî” ne û dewam kir:”Lewra piştî wê daxuyaniyê, vê çarçove yê ku têkoşîna demokrasiyê tê meşandin, kesek bi hêsanî nikare asteng bike. Ji aliyê pirsgirêka Kurd ve, ev hemû nîqaş bêmane ne. Yanî ev tiştekî cûda ye. Tevgera me, rêber Apo ji demeke dirêj ve li dijî çareseriya dewletbûna Kurd e. Ew çareseriya dewletî naxwaze. Çareseriya dewletî îfade nake. Ew nabêje dewlet, na bêje federasyon. An jî weke xweseriya îdarî ya ku girtina desthilatdariyê îfade dike. Wek ku rêber Apo dibêje, ew wan jî baş nabîne. Wan wek çareseriya dewletî an jî mîna şêwazên çareseriya dewletî dibîne. Li şûna wê, çareserî di nav demokrasiyê de, çareseriya demokratîkbûnê esas digire. Çareseriya demokratîkbûnê çareseriya herî rast e. Çareserî di nav demokrasiyê da ye. Gava ku demokrasî pêş bikeve, demokratîkbûn pêş bikeve, çi dê bibe? Çareseriyên ew ê bîne. Yanî pirsgirêka Kurd jî bi çareseriyên ku demokratîkbûnê tîne dê bigihîje encamê.”
Qarasû: Yên ku PKK ê rexne dikin, sivikîya xwe nîşan didin
PKK di dirêjahiya salên borî de her kesê ku ew rexne kiriye an jê dûr mayîye wek xayîn îlan kir û gelek kes ji ber rexneyan hatin qetilkirin. Mistefa Qarasû jî di vê axaftina xwe de kesên ku PKK ê rexne dikin tehdîd kir.
Qarasû kesên ku PKK ê rexne dikin bi cahêlî tawanbar kir û got: “Bi taybetî di nav hinek komên Kurd de nirxandinên wek ‘Di vê de statuyeke Kurd tune ye, têgihên minimalist hene’ hene. Ev kes kesên kurt û teng difikirin, dinamîkên têkoşînê fam nakin, dinamîzma têkoşînê, bingeha dîrokî fam nakin û encamên têkoşîna demokrasî û demokratîkbûnê nabînin.”
Di berdewama axaftina xwe de Qarasû bi eşkere kesên rexneger tehdit kir û got: PKK hem di dîroka Kurd û Kurdistanê de hem jî di dîroka Rojhilata Navîn de nirxên ku tu hêzên siyasî ên din çênekirine, çê kiriye. Ne tenê nirx çê kiriye, her weha gelek hêzên siyasî jî li ser piyan hiştine. Niha ez nabînim ku va tiştan îşaret bikim. Lê her kî bibêje “PKK çi qezenc kir, çi encam bi dest xist?” ew xwe nîşan dide ku hindik e. Em dikarin her cureyê bersivê bidin wan. Em devê wan yên ku wiha dibêjin dê bigirin.
Qarasu: Ev pêvajo bersiveke ji bo bîrewerên eskerên(tirk) jîyana xwe ji dest dayî
Qarasû di axaftina xwe de got ku ev pêvajo bersivek ji bo jiyana eskerên mirine jî ye: “Bêguman aştî pêk were. Ev aştî her wiha bersivek e ji bo bîrewerên esker û polîsên(tirk) ku li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane. Jiyana wan jî bi vî rengî tê watedarkirin.”
Qarasû: Serok Apo bi têgihên sosyalîst ev xeteb pejirandî ye
Qarasû îddia kir ku daxuyaniya Ocalan “Manifestoya Sedsalê” ye û got: “Ji vî alî ve em serokê xwe jî bi rêz û sipasî pîroz dikin ji ber ku têkoşînê, ev pêşketina, ev guherînê çê kir û rê ji bo vê guherînê vekir.”
Qarasû her weha got ku têkoşîna wan a sosyalîst e. serok got: “Ez van gavan wek erkê sosyalîst davêjim. Sosyalîst bûna min weha têgihinekê dixwaze.” Ji vî alî ve, gelo “serok çawa gihîşt vê projeyê?” bê pirsîn, her kes bizane ku ew ê serok Apo bi şexsiyetê wî yê sosyalîst gihîşt vê nuqteyê. Divê ev ji bo her kesî zelal be.
Qarasû hewl da ku têkçûna Ocalan û PKK ê veşêre
Daxuyaniyên Mistefa Qarasû ji aliyê komên siyasî yên Kurdperwer ve bi bertek hat pêşwazîkirin. Qarasû ji aliyekî ve hemû rexnegiran tehdit kir, ji aliyê din ve jî teoriya bêstatuyî ya Kurdan çêkir. Di hemû axaftina xwe de pesnê Ocalan da û îddia kir ku daxuyaniya wî ya ji İmralî yê hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çare dike. Lê belê PKK di têkoşîneke 50 salî ya bi xwîn û can encam de pirsgirêka Kurd weke veguherîne daxwazeke demokratîkbûnê pênasekir. Çi kêşeyên Kurdan yên neteweyî,çandî,mêjûyî,gelêrî û jîyanî çareser nekir. PKK ê Kurd kirin palê pûşî. Em dikarin bibînin ku Qarasû, yê ku di nav PKK ê mûrîdê Ocalan nas e û berpirsê koma xebatên îdeolojîk e, di axaftina xwe de nîşan da ku propagandaya bingehîn ya PKK ê dê pakkirina Ocalan be. Lê çi şêwazên propagandeyê nikarin vê xîyaneta Apo-Pkk ê ya li Kurdan kirî binixûmîne.