Bi bicih anîna banga Ocalan, PKKe dê dev ji ticareta hişberê berde?

PKK-Sinjar-Hashid shabi-info

Rêxistina PKKê ya ku salane nêzî 3 milyar dolaran ji ticareta hişberê dest têxe, niha ji bo ku ev çavkaniya pereyan ji dest wê neçe ketiye liv û tevgerê, herî dawî pena ji boy Heşda Şabî biriye ji bo ku di çareçûveya Eniya Miqawemê da bimîne û bazirganiya xwe ya di xeta Şengalê de bidomîne.

PKKe û Eniya Berxwedanê

Di navbera salên 2012 û 2013an de rêxistina PKKê li gorî lihevhatineka fermî ya bi Îranê re, bi awayekî herî mezin kefte bin hejmûna Nîzama Tehranê, tevî ku bi alîkarîya Rejîma Îranê êrîşî partiyên Kurdistanî yên Rojhilata Kurdistanê, li xeta Şengalê teybet piştî qûnaxa DAIŞê li gel Heşda Şabî bû beşek ji “Eniya Berxwedanê”, Eniya Erxwedanê ango “Mihwer Almqawme” ew hêzin yên ku ji boy berjewendiyên bilind yên Îranê û bicih’anîna “Hîlala Şî’î” tev digerin.

Yêk ji çavkaniyên sereke yên destxistina pereyan bo rêxistina PKKê, ticareta maddeyên hişbere, Yekêtîya Ewropayê di raporên xwe yên salên 2020 û heya 2024an de bi zelalî behsa vê yekê dike û dibêje: Rêxistina PKKê salane qasî 3 milyar dolaran ji ticaretê hişberê dest têxe.

Civîna girûpên PKKê li Şengalê

Li xeta Şengalê rêxistina PKKê vê ticaretê bi alîkar û hemahengîya Heşda Şabî dike, herî dawî piştî banga Ocalan ya çekdanînê, PKKe ji bo ku ev çavkanîya girîng ya pereyan di dest wê de bimîne, ketiye nav liv û tevgerê û hewl dide di çarçûveya Heşda Şabî de bimîne û vê ticaretê bidomîne.

Li gorî agahiyên destê me, piştî daxuyaniya Evdilla Ocalan ya ji bo danîna çekan û pêvajoya aşitiyê li Tirkiyê, ku divê hemû çekdarên PKKê li her devera Herêma Kurdistanê yan jî li Îraq û Rojavayê Kurdistanê bin, çekên xwe deynin, girûpên PKKê li Şingalê naxwazin vê yekê cîbicî bikin. Ew dixwazin di çarçûveya Heşda Şabî de xizmeta xwe ya ji boy Eniya Berxwedanê bidomînin.

Banga ocalan û Peymana Şengalê

Li gorî agahiyan, girûpên PKKê li Şengalê bi haydarîya Qendîlê civiyane û li ser wê yekê rêkeftine ku eger çekên xwe deynin, rêkeftina Şingalê dê were cîbicîkirin û dê zêdetrî 300 hezar penaber vegerin.

Li gorî çavkaniyeke taybet, rojane nêzîkî 400 kîlogram derman û dermanên dema wan derbasbûyî ji Şingalê bo Rojavayê Kurdistanê tên şandin, ev yêk jî ji bo girûpên PKKê gelek pere kom dike.

Çavkaniya han eşkere kir ku ji bo ew pereyên ku li gel hin girûpên Heşda Şabî dest têxin ji dest nedin, wan nasnameyên sexte yên Îraqî ji Heşda Şabî xwestine, her wiha xwestine beşdarî nava refên Heşda Şabî bibin daku berdewam bin û rê li ber vegera penaberan bigirin.

Li 9 oktobera sala 2020ê, hikûmeta federal ya Îraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê îlan kir ku peymana asayî kirina rewşa Şengalê hatîye îmze kirin, li gorî peymanê pêwîste PKKe mîlîşyayên girêdayî wê ji Şengalê derkevin, lê belê hêjan ev yêk pêknehatîye.

Pustên heman beş