HSD: Li girê Qereqozaqê leşkerekî Tirk û 2 çekdar hatin kuştin

Qaraquzaq-Turkey-HSD-QSD

HSD’ê da zanîn, artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên ser bi wê ve duh jî li bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê gelek êriş kirine û di bersiva êrişan de, leşkerekî û 2 çekdar hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê îro 6ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, 3 meh in li pey hev artêşa Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wê ve êrişên xwe li ser herêmên navçeyên HSDê zêde kirine.

Diyar kir jî, şervanên HSDê duh li gundewarên bakurê bendava Tişrînê droneke xwekuj a çekdaran xiste xwarê. Herwiha çalakiyek li dijî komeke çekdar pêk anî û di encamê de çekdarek hat kuştin. 

Li gorî daxuyaniya HSDê, li eniya Dêr Hafirê; şervanên HSD hewldaneke çekdaran a ketina eniyê têk bir û çekdarek hat kuştin. 

Li eniya rojavayê Kobanê; firokeyên şer ên Tirkiyeyê mezreya Munîr Hebîbî bombebaran kir. Di encamê de zirar li bax û baxçeyên sivîlan bûn. Herwiha dronên Tirkiyeyê li asmanê herêmê digeriyan.

Li eniya Qereqozaqê û başûrê Kobanê; firokeyên şer ên gundên Xeseq û Melha bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê zirarên madî çêbûn.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê belav kir jî, li hemberî van êrişan jî hêzên HSDê li girê Qereqozaqê çalakiyek kir û di encamê de leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Pustên heman beş