Wezareta Parastina Neteweyî: “Divê PKKe xwe fesix bikin û çekên xwe teslim bike”

WPN-Turkey-PKK-info

Wezareta Parastina Neteweyî ragehand, “Divê PKK û hemû şaxên wê û komên pê ra têkildar, demildest dawî li tevgerên xwe yên terorê bînin, xwe fesix bikin û bêyî şert çekên xwe daynin û teslim bikin.”

Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî piştî civîna agahdarkirina çapemeniyê ya li Wezareta Parastina Neteweyî pirsên rojnamevanan bersivandin.

Li ser pirsa der barê banga çekdanîn û fesixkirinê ya Abdullah Ocalan ku li PKKyê kiribû, wiha hat gotin:

“Divê PKK û hemû şaxên wê û komên pê ra têkildar, demildest dawî li tevgerên xwe yên terorê bînin, xwe fesix bikin û bêyî şert çekên xwe daynin û teslim bikin. Dereng be jî gelek girîng e ku rêxistinê fehm kir ku bi terorê nagihêje derekê, dema xwe temam kiriye û ji xeynî fesixkirinê çareyeke din tuneye.”

Pustên heman beş