Serok Barzanî: Jinên Kurdistanê mînaka fedakarî û berxwedanê ne

Serok Barzanî: Jinên Kurdistanê mînaka fedakarî û berxwedanê ne

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Roja Jinan a Cîhanî, peyameke pîrozbayî pêşkêşî jinên Kurdistanê û cîhanê kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got: “8’ê Adarê li hemû jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz be. Jinên Kurdistanê, mînakên fedakarî, berxwedan û serbilindiyê ne û divê em hemû rêz li pêgeh, maf û daxwazên wan bigirin.”

Herwiha Serok Barzanî got: “Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî, hêviya bextewarî û serkeftin ji hemû jinên Kurdistanê re dixwazim.”

Pustên heman beş