Îsmaîl Beşîkçî li ser nameya Abdullah Ocalan çi got?

Îsmaîl Beşîkçî li ser nameya Abdullah Ocalan çi got?

Îsmaîl Beşîkçî ku wek dostê Kurdan tê naskirin û ji ber piştgiriya Kurdan 17 salan di li girtîgehê de ma pêvajoya Bahçeli-Ocalan-Erdogan nirxand û got: Ma ji bo gihîştina vê qonaxê, pêwîstî bi ewqas şer, wêranî û mirina hebû?

 Di 26-28 ê Sibatê de, li Foruma Hewlêrê ya sêyemîn ku li Hewlêrê hat meşandin de, Îsmaîl Beşîkçî derbarê banga Ocalan de ev gotin: “Em 40 sal in şer dikin. Daxwaz û armancên me çi bûn? Di vê rêyê de me 50-60 hezar, belkî jî hê zêdetir mirovên xwe winda kirin. Îro Dewlet Baxçelî her ku devê xwe vedike, dibêje ‘divê Partiya DEM bê girtin’, kesê ku siviktirîn gotina wî li ser saziyên Kurdan ev e, çima yek bi yek li pey yek têlefonên rêberên Partiya DEM dike û spasiya wan dike?…

Evdilla Ocalan dibêje ku Kurd daxwaza xweserî, Federasyon, mafên Çandî nekin. Ew dibêje ku divê kurd bi dewletê re bibin yek. Ev tê wê wateyê ku Kurd dê di nav civaka Tirk de bihelin.

Ma ji bo gihîştina vê qonaxê, pêwîstî bi ewqas şer, wêranî û mirina hebû?

Ma yek PKK’eyî, yek KCK’eyî nîne ku van pirsan ji Evdilla Ocalan bipirse?

PKK gelek caran têgehên wek Demokrasî û Azadî bi kar tîne. Ka em lê binêrin, ka ew qas azadî bidestxistin ku vê pirsê bipirsin?

Ma li hûndirê wan da ew qas azadî pêşketîye ku bikaribin van pirsan bipirsin? gelo ev azadî li nava wan de heye yan na, mijarekî lêkolînê ye.”

Hêjayî gotinê ye ku em bêjin gelek derdor nameya Ocalan wek îxanet nirxand û gotin 40 sale çi tişt ne ket destê Kurdan û helwesta Ocalan raxne kirin.

Pustên heman beş