Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî diyar kir, ti paşmayên rêjîma Esed li deverên wan tune ne.
Ev gotinên Ebdî duh Înê di dema civîna ewlehiyê ya berfireh a li bajarê Reqayê de hatin, ku berpirsekî leşkerî yê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û fermandarên leşkerî li HSDê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêx û rûspiyên bajarên Reqa û Tebqayê tê de amade bûn
Ebdî da zanîn, wan bi Şamê re li hev kiriye ku çareseriya leşkerî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de, ne bijarde ye.
Ebdî got jî, çareseriya Sûriyeyê tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî re pêk tê û ew ê şandekê ji xelkê deverê bi hemû pêkhateyên wê pêk bînin, ji bo bi Şamê re diyaloga derbarê paşeroja deverê û Sûriyê de bikin.
Her di vê civînê de, Fermandarê giştî yê HSDê “hebûna Tı endamên paşmayên rêjîma berê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” red kirin û dawî li gotinên xwe anî: “Em ê bi boneya meha Remezana pîroz, lêborîneke giştî ji bo girtiyên mafên giştî derbixînin.”