Balafirên şer ên Tirk derdora bendava Tişrînê di hedef girtin.

Tishreen dam-Turkey-SDF-QSD-HSD-Net

Balafirên şer ên Tirk derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir û şer û pevçûnên HSDê û Artêşa Niştîmanî ya ku Tirkiye piştgriya wan dike li bejahiya Kobanîyê dewam dikin.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja şemî 8 Adara 2025ê ragihand ku Balafirên şer ên artêşa Tirk derdora bendava Tişrîn a gundewarên Kobanê hedef girtin, di heman demê de balafirên şer ên li esmanê bendavê û Pira Kara Kozak bi dijwarî rabûn.

Hevdem ligel bombebarana asmanî, şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û çekdarên ser bi Tirkiyê ve li derdora bendavê qewimîn, bê ku agahî derbarê ziyanên mirovî bên.

Ev alozî di demekê de ye ku li bakurê Sûriyê alozî zêde bûye.

Duh, di encama bombebarana firokeyên bêfirokevan yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li derdora gundê Allûş li ser xala Bendava Tişrîn, endamekî “Artêşa Niştimanî” hat kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Di heman demê de, topxaneyên Tirkiyê bi tundî bombebarana xwe li ser derdora bendavê tundtir kirin, hevdem ligel hatina karwaneke xelkê bo deverê. Derdora bajarokê Sarîn jî rastî topbarana artêşa Tirk hat.

Pustên heman beş