Hêzên Sûryaya Demokratîk îro bîlançoya 24 saetên rabûrî yên şer û pevçûnên li gel artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê ragihand û got: 18 Çete hatne kuştin.
HSDê îro roja şemî 8 Adara 2025ê aşkere kir, di pevçûnên 24 saetên rabûrî de, li enyên Qereqozaqê û Bendava Tişrînê, çalakî li dijî kombûn û sitargehên dagîrker û çeteyan hatin lidarxistin û di encamê de 18 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Destnîşan kir, bîlançoya duh: 18 Çete hatin kuştin û hin birîndar bûn, her wiha yek jê zirxî 2 erebeyên leşkerî û motorsîklêtek hatin rûxandin.
Tevî vê bîlançûyê, HSDê amaje kir ku gundên ku ketine ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk, rastî zirarên maddî yên mezin bûne.