Wezareta Derve ya Fransa kuştina Elewiyên Sûriyeyê şermezar kir û daxwaz kir ku ti kes ji ber baweriyên xwe neyên kuştin.
Wezareta Derve ya Fransayê îro 8ê Adara 2025an, kuştina welatiyên Elewî li Sûriyeyê şermezar kir û got, nabe ti kes ji ber bîr û baweriyên olî û siyasî bên kuştin.
Herwiha daxwaz ji desthilatên nû yên Sûriyeyê kir ku lêkolîneke bêalî bikin û berpirsan ceza bikin.
Li peravên Sûriyeyê aloziyeke mezin ji roj Pêncşemê 6ê Adara 2025an ve heye, li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta nû ya Sûriyê û alîgirên rêjîma berê ya Esed de derketine.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê di şer aloziyê navbera hêzên ewlehiyê û paşmayên rêjîma Esed de, nêzîkî 600 kesan hatin kuştin, piraniya wan welatiyên Elewî ne.