Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan got, hejmara kuştiyên pevçûnên li parêzgehên berava Sûriyeyê gihîştiye zêdetirî hezar kesî.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan îro 9ê Adarê got, hejmara kuştiyên pevçûnên li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê heta êvara Şemiyê gihîştiye 1018 kesan.
Rewangehê diyar kir, di nav kuştiyan de 745 kesên sivîl hene ku piraniya wan Elewî ne.
Herwiha 125 endamên hêzên ewlekariya giştî, Wezareta Berevaniyê û hêzên hevpeymanên wê hatine kuştin. Ji aliyê çekdarên paşmayên rêjîma berê jî 148 kes hatine kuştin.
Rêveberê Giştî yê Ewlehiyê li parêzgeha Laziqiyê Mistefa Kenifetî got, her kesê îsbat bibe ku destê wî di êrîşan de heye, çi ji paşmayên rejîmê, çi diz û yên ku ewlehiyê têk didin bin, dê lêpirsîn bi wan re bê kirin.
Şer û opevçûn ji roja Pêncşema borî ve li devera beravên Sûriyeyê ji berdewam e, ew jî piştî zincîrek êrîşên paşmayên rêjîma Esed li ser hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê.