CHPê ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê nexşerêyek amade kir

CHP-Pevajo-ocalan-turkey-net

Medyaya Tirkiyeyê ragihand, Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji bo serkeftina proseya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê, paketeke 20 xalî amade kiriye û dê di demeke nêzîk de vê pakêtê ragihîne.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, di nexşerêya CHPê de tê gotin ku “divê dawî li siyaseta qeyûman bê anîn, ji bo gavên serxistina pêvajoya nû ya aştiyê û pirsa kurd dest pê bike û divê ji bo vê yekê komîsyoneke parlamentoyê bê avakirin.”

CHP di beşeke din a nexşerêya xwe de, daxwaza zêdekirina cezayên bikaranîna gotinên nefretê li dijî pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike.

Ev yek di demekê de ye, biryar e hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimoglu û Tuncer Bakirhan serdana CHPê bikin.

Banga Ocalan a ji bo PKKê

Şanda Îmraliyê roja 27ê Sibata 2025an piştî hevdîtina ligel rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan, di konferanseke rojnamevaniyê de banga Ocalan bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwend.

Şaredarê Merdînê yê ji kar hatiye dûrxistin Ahmet Turk bi kurdî peyama Ocalan xwend û got, “PKK; di sedsala 20’an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû.”

Di peyamê de hat gotin, “Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike.”

Pustên heman beş