Çavkaniyeke hikûmetê ragehandiye, “Peyameke nerasterast gehiştiye Hikûmeta Îraqê ku tekez kiriye mafên darayî yên serkirdeyên komên çekdar xerc neke.”
Çavkaniyeke hikûmetê ji medyayên navxweyî re ragehandiye, “Amerîkayê peyamek bi rêya navbeynkaran daye aliyên hikûmetê ku, wan mafên darayî yên girêdayî serederiya pirojeyên weberhênanê û pirojeyên din ji bo wan kesan xerc ên nekin ku berpirsyarîtî di Heşda Şebî de heye.”
Wê çavkaniya amaje jî daye, “Mimkin e ew peyam bibe sedema derxistina biryarê ji aliyê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ve ku sizayî li ser wan serkirdeyan bisepîne, ji bilî wan dezgeh û pirojeyan ên ku ew serperiştiya wan dikin.”
Heşda Şebî li sala 2014ê hatiye damezrandin û ji hejmareke komên Şîeyan pêk hatiye, amerîkayê ji ber tometên binpêkirina mafên mirovan û tevlîbûna di çalakiyên li dijî Amerîkayê de siza li ser hejmareke serkirdeyên Heşda Şebî sepandiye.
Berpirsekî Banka Navendî ya Îraqê jî ku daxwaz kir navê wî neyê eşkerekirin ji aliyê xwe ve her ji wê çavkaniyê re got, “Banka Navendî ya Îraqê ji dana mûçeyan an terxankirina pereyî ji bo hêzên Heşda Şebî berpirs nîne, lewma her haydarkirineke li ser vê dozê hebe rasterast nagehe destê me.”