Weke tê dîtin, jiber binketinên berdewam li hember Tirkiyeyê, PKK’ê tevgera çekdarên xwe veguhestiye derdûra gundên Duhokê, bi vê sedemê dewleta tirk di dema 9 rojên derbasbûyî de hejmareke herî zêde ya gund, gelî û deverên diyar yên Duhokê bordoman kirine û bi sedan mûşek lê barandine. Van êrîşan zirarên herî mezin bi xwezaya herêmê û şêniyên gundan xistiye.
Cihên hatîn bombebarankirin evin:
1/3/2025
Saet 12:27 şevê, firrokeyên leşkerê tunela PKK’ê ya dikeve çiyayê Metîna li hindavî gundê Guherzê bombebaran kir.
5:55 heyanî 6:00 mexreb, leşkerê Tirkiyê pişta bendava Sergelê û Sigêra kevin yên ser bi devera Nihêlê ve bombebaran kirin.
2/3/2025
Saet 12:20 şevê, balafirên şer yên Tirkiyeyê aqarê gundê Belaveya kevin bombebaran kiriye.
6/3/2025
Saet 12:05 şevê, balafirên şer yên Tirkiyeyê geliyê Bazê yê ser bi devera Berwarî bala ve bombebaran kiriye.
Saet 10:05 şevê, leşkerê Tirkiyê gundê Qumriya kevin yê ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kiriye.
7/3/2025
Saet 1:00 şevê, balafirên şer yên Tirkiyeyê pişta gundê Rezîka kevin û serê deriyê Bîyê yên ser bi devera Berê Garê ve bombebaran kirîne.
Saet 1:06 şevê, balafirên şer yên Tirkiyeyê geliyê gundê Bazê, her wiha pişta gundê Sererû yên ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kirin.
8/3/2025
Saet 12:00 nîvro, firrokeyên leşkerê Tirkiyeyê geliyê gundê Kanî Mazê bombebaran kiriye.
Saet 11:34 şevê firrokeyên leşkerê Tirkiyeyê geliyê gundê Bazê bombebaran kiriye.
9/3/2025
Saet 2:23 heyanî 2:25 nîvro, Tirkiyeyê gundê Mijê û Kevne Mijê yên ser bi devera Berê Garê ve bombebaran kiriye.
Ji Hezîrana sala rabûrî ve artêşa Tirkiyê qonaxeke nû ji operasyona pence li dijî PKK’ê li Başûrê Kurdistanê destpêkiriye û rojane gundên Duhokê di vê operasyonê de tên bordoman kirin.
Li dawiya sala 2024 Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Ardogan got ku ewê li sala nû êrîşên xwe yên bi bandor li dijî PKK’ê li her derê dewam bikin, loma jî ji destpêka sala nû ve artêşa Tirkiyê dîsa êrîşên hewayî yên li dijî PKK’ê li Başûrê Kurdistanê dijwar kirine û di 9 rojên dawîn de bi dehan caran êrîşî gundên Duhokê kiriye.