Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera rêkeftina tevlîkirina HSDê di nava saziyên dewleta Sûriyeyê de îmzekirin.
Ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyeyê belav kir, Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî îro 10ê Adarê rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin û tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê kirin.
Xalên rêkeftinê:
1- Garantîkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nûneratî û beşdariya wan di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, li ser bingeha jêhatîbûna wan, bêyî cudahiya olî û neteweyî.
2- Civaka Kurdî, civakeke resen e di dewleta Sûriyeyê de û dewleta Sûriyeyê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.
3- Agirbest li seranserî herêmên Sûriyeyê.
4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyeyê tên kirin, di nav de deriyên sînor, firokexane û kêlgehên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî bo bajarok û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di şerê wê yê li dijî paşmahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya wê.
7- Redkirina bangên parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên cîbicîkar kar dikin û hewl didin ku rêkeftinê cibicî dikin, bi awayekî ku dawiya salê derbas neke.