Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya salvegera 55emîn a peyman û rêkeftina 11ê Adarê belav kir û ragehand: ‘’11ê Adarê 1970êyê de cara yekem hikûmeta Iraqê beşek ji mafên gelê kurd naskirin.’’
Îro 11.03.2025ê Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya salvegera 55emîn a peymana 11ê Adarê belav kir û ragehand: ‘’Rêkeftina 11ê Adarê ya sala 1970yê, destkeftekî dîrokî û giring a xebata gelê Kurdistanê ye, bi rêbertiya Barzaniyê Nemir û cara yekem Hikûmeta Iraqê beşek ji mafên gelê Kurd naskirin û ew derfet ji bo gelê kurd hat avakirin ku bikare li ser xwerêvebirin û bihêzkirina ziman û çand û seqamgiriyê dabîn bike.’’
Serok Barzanî diyar kir: ‘’Ew peyman berhema tekoşîn û xebata Pêşmerge û kadroyên partiyê û hemû çînên Kurdistanê yên beşdarî şoreşa Îlonê bibûn bû, helgirê waneya stratejî û giringiyê bû ji bo qonaxên piştre yên xebata Tevgera Rizgarîxwaziya Kurdistanê û bûye sedemê bihêzkirina doza rewa a gelê Kurdistanê.’’
Di peyama xwe de Serok Barzanî got, salvegera 55emîn a peymana 11ê Adarê de hezar silav ji bo ruhê paqij ê şehîdên şoreşa Îlonê û hemû şoreşên Kurdistanê û pêzanîn ji bo hemû Pêşmerge û xebatkarên şoreşa Îlonê ku berxwedan û rijdbûn û xwedî moralekî polayî bûn û destkeftên mezin ji bo gelê me misoger kirin.