Erdogan li ser peymana HSD û Şamê daxuyanî da

Ardogan-Mazloum-Abdi-Ahmed-Shari-Kurd-Syria-net

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser peymana HSD û hikûmeta Sûriyeyê got, “Em her hewlekê ku ji bo paqijkirina Sûriyeyê ji terorê tê dayîn, wekî gavekê di rêya rast de dibînin.”

Her wiha Erdogan got, “Bê kêmasî bicihkirina lihevkirina ku doh pêk hatiyê dê xizmeta aramî û ewlehiya Tirkiyeyê bike.

Serkeftiyên vê yekê dê hemû birayên me yên Sûriyeyî bin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir û karvedanên wê peymanê berdewam dikin.

Xalên rêkeftina Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer:

1- Garantîkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nûneratî û beşdariya wan di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, li ser bingeha jêhatîbûna wan, bêyî cudahiya olî û neteweyî.

2- Civaka Kurdî, civakeke resen e di dewleta Sûriyeyê de û dewleta Sûriyeyê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.

3- Agirbest li seranserî herêmên Sûriyeyê.

4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyeyê tên kirin, di nav de deriyên sînor, firokexane û kêlgehên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî bo bajarok û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di şerê wê yê li dijî paşmahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya wê.

7- Redkirina bangên parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên cîbicîkar kar dikin û hewl didin ku rêkeftinê cibicî dikin, bi awayekî ku dawiya salê derbas neke.

Pustên heman beş