Şanda Dem Partiyê piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi her sê partiyên Seadet, Paşeroj û Paleyên Tirkiyeyê re gengeşe dike.
Gera duyê ya serdanên şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ji bo cem part û aliyên siyasî dest pê kiriye û îro (Çarşem, 12.03.2025) ew şand serdana sê partiyên din ên siyasî dike.
Li dû ragehandina fermî, Hevserokên Dem Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan îro (Çarşem, 12.03.2025) serdana Partiya Seadetê, Partiya Paşerojê û Partiya Paleyên Tirkiyeyê dike, bi merema danûstandinan li ser peyama Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan û piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Herwesa biryar e ku, Şanda Dem Partiyê her ji bo wê meremê li roja Duşema bê (17.03.2025) serdana Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) û Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî) bike.
Gera duyê ya serdanên şanda Dem Partiyê li roja 10ê vê mehê dest pê kir û li destpêkê ew şand bi Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Zehmetkêşan û Partiya Paşerojê (Deva) re civiya û danûstandin li ser qonaxa piştî peyama Ocalan û piroseya nû ya aştiyê kirin.
Peyama Ocalaln ji bo hilweşandina PKKê
Şanda Îmraliyê li roja Pêncşemê, 27.02.2025ê, piştî civîna xwe ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re, di konferanseke rojnamevanî de peyama Ocelana bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwand.
Serokê Şarezadariya Mezin a Wanê yê jikarderxistî Ahmet Turk peyama Ocalan xwand ku tê de hatiye, “PKK di demekê de hatibû damezrandin ku rêya demokrasiyê hatibû girtin.” Herwesa gotiye, “Divê zimanê aştî û demokrasiyê bê pêşxistin.”