Heyeta Îmraliyê dê bi Erdogan re bicive

Erdogan-Imrali-Heyet

DEM Partiyê ragihand ku Heyeta Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re serlêdana fermî kir.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dabû zanîn ku Heyeta Îmraliyê îro, sibe dê ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê re serlêdanê bike.

DEM Partiyê di daxuyaniyekê de ragihand:

“Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Serokkomar Erdogan re randevû xwestiye.”

Hevserokên DEM Partiyê piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan gereke din a serdanan partiyên siyasî da destpêkirin.

Tuncer Bakirhan îro piştî serdana Partiya Saadetê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê yê Enqereyê Şewket Herkî ya li ser hevditîna Heyeta Îmraliyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de got:

“Helbet dibe ku heyeta me li gel birêz Erdogan bicive.

Ma çima necive?”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna koma partiya xwe ragihandibû ku eger Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji wî daxwaza hevdîtinê bike ew dê qebûl bike.

Pustên heman beş