Wezareta parastina netewî kuştina 24 çekdarên PKKê righand

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro ragehand, di hefteya dawîn de 24 çekdarên PKKê hatine kuştin, ev yêk di demekî de ye, hewlên serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê didomin.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja pêncşemî 13 Adara 2025ê ragehand, di operasyonên dijî terorê yên hefteya dawîn de, 24 çekdarên PKKê ketine ber êrîşên wan û hatine kuştin.
Her wiha destnîşan kir, bi vî awayî ji 1ê çileya îsal 2025ê ve li Rojava Kurdistanê 296 û li Başûrê Kurdistanê 206 bi tevahî 502 çekdarên PKKê-YPGê hatin kuştin.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê li dawiya daxuyaniya xwe gotiye: “Heta ku terora dawî ya li ser welatê me nebe tehdîd wê têkoşîna me bênavber dewam bike”.
Tevî destpêkirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û Bakurê kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk yên li dijî PKKê hêjan jî dewam dikin.