Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, Enqere ji nêzîk ve çavdêriya rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike. Herwiha got, ew ji ber metirsiyên li ser ewlehiya paşeroja Tirkiyeyê nîgeran in.
Fîdan di hevpeyvînekê de ligel televîzyoneke Tirkiyeyê de got, wî di serdana xwe ya roja Pêncşemê bo Sûriyeyê de, nîgeraniyên Tirkiyeyê ji rayedarên Sûriyeyê re ragihand.
Herwiha got: “Eger peymanek bi niyazeke baş were îmzekirin, dê berdewam bike, her çend e dibe ku di pêşerojê de hin pirsgirêk derkevin. Em wek Tirkiyeyê em ê vê mijarê ji nêz ve bişopînin.”
Rêkeftin û pêkvejiyana HSDê bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re, piştî şer û pevçûnên tund ên hefteya borî di navbera hêzên ewlekariyê ya hikûmeta nû ya Sûriyeyê û paşmahiyên rêjîma Beşar Esed de hat.
Fîdan got: “Tirkiye peymanê weke dayîna otonomiyê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk nabîne.”