Hejmara kuştiyên perava Sûriyê geheşt 1500 kesan

Hejmara kuştiyên perava Sûriyê geheşt 1500 kesan

Li gor amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di encama wan tundiyên li peravên Sûriyê de 1500 kes hatine kuştin, ku piraniya wan Elewî bûn.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR)ê ragehand: ‘’Ji 6ê Adarê ve hejmara sivîl ên li peravên Sûriyê her di bilind bûnê de ye, ku piştî êrîşên grûpên çekdar ên navxwe êrîşî hêzên ewlehiyê û yekîneyên Wezareta Berevaniyê pêkanîn ew bûyer dest pê kirin. Ew jî bû sedemê avabûna alozî û tundiyên berfireh ku heta niha 1500 kesan jiyana xwe ji dest dane.’’

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, 2 komkujî di 14ê Adarê de li bajarên Lazqîye û Tertûsê bi belge kirine, ku di herdu komkujiyan de 24 kes hatine kuştin û piraniya wan jî Elewî ne.

Duh 14.03.2025ê Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan Ramî Ebdulrehman ragehand, piştî belavkirina raport, amar û zanyariyan li ser komkujiyên peravên Sûriyê, gefa kuştinê li wî hatiye xwarin û diyar kir, hemû ew kesên li gel Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan kar dikin jiyana wan di bin metirsiyê de ye.

Pustên heman beş