Çapemeniya Tirkiyê belav kir, polîsê Tirkiyê 5 kes bi tawana sîxûriya ji dezgeheke îstixbaratê ya Îranê re girtin.
Li gor ajansa nûçeyan “DHA”, li Stenbol, Antalya û Mêrsînê 5 kes bi tohmeta sîxûriya ji Îranê re ji aliyê polîsê Tirkiyê ve hatin girtin.
Li gorî zanyariyan, tawanbaran agahî li ser baregehên leşkerî yên Tirkiyê û deverên sereke berhev kirin, piştre radestî îstixbarata Îranê kirine.
Polîsê Tirkiyê ti zanyarî derbarê nasnameya tawanbaran de belav nekir.