PDK-Tirkiya: Em komkûjiya li ser Helepce lanet dikin

PDK-Tirkiya: Em komkûjiya li ser Helepce lanet dikin

Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiya (PDK-T) îro 16ê Adarê peyamek  di 37emîn salvegera komkujiya Helebceyê de belav kir û tê de ragihand, “Ev 37 sal derbas bûye, lê hêja ûjdanê mirovatiyê ew ji bîr nekiriye.”

Peyama PDK-Tirkiya:

EM KOMKÛJIYA LI SER HELEPCE LANET DIKIN!

Roja 16’ê Adar’a 1988 hemû dinya bi wahşeta komkûjiyakê hejiya. Wê rojê li bajarê Helepce ku li Kurdistana Başûr e bi fermana Saddam Hiseyin çekê kimyewî  (gaza Sârin) li ser bajêr hat reşandin. Di encamê de zêdetirîn 5000 însanê Kurd; zarok, jin û mêr bi ibret hatin kûştin, bi hezaran ji birîndar çêbûn û bi 10 hezaran kes ber bi sînorê Tirk û Îranê ve reviyan.

Ev 37 sal derbas bûye lê hêja ûjdanê mirovatiyê ew ji bîr nekiriye, yekitiya netewan ev roj wekî roja jenosîdê pejirand. Îro jî herêm dibin hemen gefê de dijî. Saddam di wê demê de barbartiya xwe li herêmê bi teybetî li ser gelen Kurdan di domand. Ewî li emr û peymanê nav dewletî qet guhdarî nedikir. Lê roj hat ku ji bilî çalika gû ciyê veşardina xwe nedît. Hêzên Emerîkî wî di wê çalikê de girtin û dawiya wî çi lêhat dinya âlem pê dizanê. Dawiya hemû diktatoran bi vî rengî encam didê. Ji ber vê êrîşa bi gaza kimyasal li ser bajarê Helepce ku hat reşandin 5000 merivên Kurd giyanên xwe ji dest dan û ketin nava refên nemiran.

Partiya me ji wan nemiran re dilovaniya xwedê hêvî dikê. hemû kês û zalimên qatil bi tûndî lanet dikê. Em ji hemû kes û kûsên Helepçe re serkeftin û dilovaniyê dixwazin.  Bijî Helepce, Bimrê Dijminên Helepce.

16 Adar 2025

Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiya

Pustên heman beş