Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê Adarê beşdarî merasima rêzgirtina li qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê li Herêma Kurdistanê bûn.
Baregaha Barzanî wêneyek ji merasima rêzgirtina li şehîdên kîmyabarana Helebce belav kir, ku Serok Barzanî û karmendên Baregeha Barzanî di 37emîn salvegera kîmyabarana Helebce de beşdar bûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û karmendên ofîsa xwe jî beşdarî bîranînê bûn.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî û hin ji karmendên Serokatiya Herêma Kurdistanê jî beşdarî bîranîna Helebceyê bûn.
Îro 37emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê ye ku di 16ê Adarê de ji aliyê rêjîma Baasê ve hat kirin, ku di encamê de zêdetirî 5 hezar kes hatin şehîdkirin û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.