Tirkiyê li Kobanê komkujî pêk anî

Tirkiyê li Kobanê komkujî pêk anî

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şeva borî ragehand, “Di êrîşeke asmanî ya Tirkiyeyê li ser bajarê Kobanê de, 9 kes hatin kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser tora civakî ya Telegramê parve kiriye, “Balafireke Tirkiyeyê li derengê şeva borî (Yekşem, 16.03.2025) malbatek bombebaran kir, ku li başûrê Kobanê mijûlî çandinê bû.”

HSDê amaje jî da, “Di êrîşa balafira Tirkiyeyê li ser devera navbera her du gundên Qumcî û Berx Botanê de, li başûrê Kobanê neh kes ji binemalekê hatin kuştin û du kesên din jî yên yek malbatê birîndar bûn.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku ji aliyê Amerîkayê ve piştevaniya wan tê kirin serkirdetiya şerê dijî DAIŞê kir, heta wê dema ku DAIŞ li sala 2019ê bidawî anî.

Ev demeke Tirkiye Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku stûna pişta Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e, bi peywendiyên li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re tometbar dike, ku Enqere û welatên Rojava PKKê wekî “rêkxistineke terorsitî” dihesibînin.

Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan di meha Şibatê de bangeke dîrokî parve kir û daxwaz ji partiya xwe kir ku, çekî dane û xwe hilweşîne.

Tirkiyeyê peywendiyeke nêzîk bi Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera re çê kiriye, givaştinan dixe ser desthilata nû ya Sûriyeyê ji bo vedîtina çareyekê ji bo pirsa Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Pustên heman beş