Kanala Cezîre nûçeyekî bilez de ragehand, serokatiya komara Sûriyê lijneyekî 5 kesî ji bo temamkirina rêkeftina li gel Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê pêkaniye.
Li gor heman çavkaniyê lijne bi seorkatiya parêzgarê berê yê Dêrezorê Husên Selam de pêktê.
Herwaha hat ragehandin: ‘’Demekî nêzîk de dê civîna wê lijneyê ku ji aliyê Serokatiya Komara Sûriyê ve hatiye pêkanîn dê li gel fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî birêve biçe.’’
Hat gotin ku civîna navbera lijneyê û Mezlûm Ebdî de dê roja çarşema bê li parêzgeha Hesekê pêkbê.
Li gor kanala Cezîre belav kiriye; ‘’Lijne dê serpereştiya cîhbicîhkirina wê rêkeftinê bike ku ji aliyê Serokê veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de hatiye îmza kirin û dûvçûnê dê li ser hûrgiliyan bike.’’
Herwaha dê piştre jî lijneyekî taybetmend bê pêkanîn ji bo temamkirina wê pirsa aborî û siyasî û leşkerî ya ku di rêkeftinê de hatiye behs kirin.