Rêveberê PKKê Riza Altûn li ku ye?

Riza-altun-pkk-kck-info

“Di salên 1970 î de beşdarî PKKê bû û di 1980 î û piştî wê demê hertim di nav kadroyên pêşeng de cih girt, aqûbeta Riza Altûn, niha bûye mijarek ku di nav girse û endamên PKKê de tê nîqaşkirin. Çavkaniyên nêzîkî PKKê dipirsin: Riza Altûn li ku ye?

Çavkaniyên PKKê yên li Silêmaniyê îdia dikin ku Riza Altûn ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da û li goristana Seywan a Silêmaniyê hate veşartin. Darka Mazi jî ev mijare lêkolîn kir.

Piştî gulan sala 2019 ê, Riza Altun hê jî nehatî ye dîtin.

Riza Altun, ku bi taybetî di warên dîplomasî û aborî de navê wî derketiye pêş, di 20 ê Adarê de dema ku ji Qendîlê ber bi bajarokê Singeserê diçû, wesayîta ku ew têde bû ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hate bombebaran kirin. Di vê bûyerê de, endamê komîteya dîplomasî ya PKKê û Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê KCKê Mikail Ozdemir (Navdar Amed), berdevkê KCKê Emrullah Dursûn (Serhat Varto) û Rêveberê Herêma Qendîlê Eli Aktaş (Sînanê Sor) jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk îdia kir ku Riza Altûn jî di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest da ye.

Çavkaniyên nêzîkî PKKê dibêjin ku Riza Altûn di wesayîta ku ji aliyê Hêzên hewayî yên Tirkiyê ve hate hedefkirin bi giranî birîndar bibû. Riza Altûn di 11 ê Gulana 2019 an de beşdarî bernameyeke televizyonê bû û îdia kir ku ew di cihê ku bûyer qewimiye de nebûye. Di bernameya ku ew beşdarî bû de, ew bi awayekî xuya bû ku tenduristiya wî nebaş e. Piştî wê rojê, Riza Altûn qet beşdarî bernameyeke televizyonê nebû û her wiha tu gotarek nivîskî jî nedaye.”

“Çavkaniyên PKKê yên li Silêmaniyê dibêjin ku Riza Altûn piştî ku birîndar bû, pêşî li Silêmaniyê, paşê jî li Şam û Tehranê tedawî kir, lê tenduristiya wî roj bi roj xirabtir bû. Li gorî çavkaniyan, Riza Altûn ji ber pirsgirêkên tenduristiyê çû Fransayê û doktor jî ji bilî kêmkirina êşên wî, tiştek din nikarin bikin. Riza Altûn ji Fransayê anîn Silêmaniyê û li nexweşxaneyeke ku PKKe şîrîkê wê ye, bi veşartî hate ragirtin. Riza Altûn di sala 2024 an de jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên PKKê dibêjin ku rewşa Riza Altûn ji xwişka wî Nurhayat Altûn û xarzayên wî yên ku endamên PKKê ne, hate ragihandin û ser xweşî lê da. Lê PKKê got, ‘Heke niha em vê yekê bi eşkere bikin, dewlet wê vê yekê li dijî me bi kar bîne’ ji ber vê yekê em mirina wî ji raya giştî re aşkere nakin û bila malbat jî veşêre.

Veşartina mirina Riza Altûn mirina Eli Heyder Qeytan tîne bîra me. Eli Heyder Qeytan, yek ji damezrînerên PKKê bû, di sala 2019 an de li Garê piştî kêşeyên tendurîstî pê re çêbûn, ji aliyê PKKê ve hate îdam kirin û ji malbata wî re hat gotin, ‘Em vê yekê eşkere nakin, heke hûn bixwazin hûn eşkere bikin.’ Lê bûyer ji raya giştî hat veşartin.”

Riza Altun kî ye?

Riza Altûn di sala 1956 an de li Qeyseriyê ji dayik bûye û ji malbateke eslî xwe Dêrsimî ye. Malbata wî çûye Enqereyê û Riza Altun li taxê Tuzluçayirê mezin bûye. Berî ku tevlî PKKê bibe, di nav komek çeteyan de cih girtiye û di wê demê de ji bo PKKê “şelandina banqeyan, pere standin û tiştên wisa” kiriye. Di nav PKKê de ji bo salên dirêj bi kod navê “Şîrket” tê nasîn. 

Di sala 1978 an de hate girtin û ket zîndanê. Di sala 1991 an de ji zîndanê derket û çû Şamê, li cem Evdilla Ocalan. Lê ji ber têkiliyên Ocalan bi jinên re, Riza Altûn ji wî dûr ma û alîgirê Cemîl Bayik bû. 

Di navbera salên 1993 û 2000 an de li herêmên Başûrê Kurdistanê û kampa Mexmûrê ma. Di van herêman de bi taybetî têkiliyên PKKê bi Seddam Huseyîn û dewleta Îranê rêxistin kir û berpirsiyariya qaçaxçiya çek û madeyê hoşber jî kir. 

Di sala 2000 an de çû Ewropayê û li wir ji aliyê Ocalan ve hate lêpirsîn. Wî red kir ku biçe çiya û ji aliyê rêxistinê ve hate gotin ku “eger neçe çiya, ew ê weke xayîn bê îlan kirin.” Bi awayekî balkêş, tam di vê demê de dewleta Fransayê ew girt û wêneya ku ew neçe çiya. Di sala 2007 an de çû Qendîlê û ew ji lêpirsînek dirêj re derbas bû. wî bi Murat Qarayilan re şerê mezin kir. Bi serokatiya Cemîl Bayik di sala 2013 an Riza wekî Serokê Hevpar yê KCKê, careke din vegeriya ser erkên rêveberîya paya bilind. bi taybetî li Silêmaniyê têkiliyên bi Haşdî Şeabî, dewleta Îran û Iraqê Riza dimeşandin. 

Riza Altûn di nav PKKê de bi awayekî komploger, bêprensîp û pragmatîk tê nasîn. Yek ji kesên herî nêzîk ên Cemîl Bayik e û tê gotin ku ji pratîkî ve ji Qarasû û Duran Kalkan bi hêztir e. 

PKKê nêzî 3 hezar şervanên ku jiyana xwe ji dest dane îlan nekirine… 

Bangawazîya Evdilla Ocalan ya 27 ê Sibatê ku çi mafên Kurdan tê de nehatîye daxwazkirin ji alîyê Kurdan ve bertekek mezin hat nîşandan. Gelek kes dipirsin, “Ma şer dê zarokên ku me ji dest dan bê armanç mirin?” Tê texmîn kirin ku heya niha nêzîkî 40 hezar kes di şerê PKKê de jiyana xwe ji dest daye. 

Tê gotin ku bi taybetî ji sala 2011 an vir ve PKKê navê 3500 kesên ku jiyana xwe ji dest dane îlan nekirine. Şerên Şemzînan, Şerên Xendeka, windayiyên Rojava û ji bilî van, di Operasyona Pençe Kîlît de gelek ciwanên Kurd yên ku jiyana xwe ji dest dan û bi zindî hatin binaxkirin, hêj navên wan nehatine eşkerekirin. Ji bilî şervanan, gelek fermandarên paye navîn û bilind yên wek Sofî Nureddîn, Sebrî Başkale û Emîne Tirk jî jiyana xwe ji dest dan, lê navên wan hêj nehatine eşkerekirin.

Pustên heman beş