Qaymeqamê Akrê: Newroza îsal ciyawaztir dibe

Newroza Akre

Qeymeqamê Qezaya Akrê Dilewar Bozo diyar kir, wan amadekariyên ahenga Newrozê ku beriya 2 mehan dest pê kiribûn, bi dawî kirine.

Dilewar Bozo îro 19ê Adarê ji K24ê re ragihand, wan amadekariyên ahenga Newrozê bi dawî kirine û 2 hezar ciwanên xwebexş dê şeva Newrozê bi hilgirtina meşaleyan biçin Çiyayê Kelê.

Qeymeqamê Qezaya Akrê bal kişand ser wê yekê, Alayeke Kurdistanê ya bi dirêjahiya 100 metre û pehniya 10 metroyan hatiye amadekirin.

Diyar kir jî, karê nûjenkirinê ya rêya ji Girê Akrê dadikeve ya ku di sala temam bûye bi dawî bûye, ku dê gelek rehetiyê ji mêvan û xelkê re peyda dike.

Qeymeqamê Akrê tekez kir, Newroza îsal ji salên borî cudatir dibe û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi xwe jî çavdêriya pêşkeftina kar dike.

Ev sala duyemîn e ku Newroz di meha Remezanê de derbas dibe, ji ber vê yekê li Akrê çalakiyên pêxistina agirê Newrozê piştî fitarê dê bên kirin.

Pustên heman beş