Duran Kalkan: kongreya ku Ocalan têde nebe nikare biryara bêçekbûnê bide

Duran Kalkan: kongreya ku Ocalan têde nebe nikare biryara bêçekbûnê bide

Endamê Komîteya Rêvebera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan ragihand, kongreya ku Ocalan têde nebe nikare biryara bêçekbûnê bide, her wiha got: yekane kesê ku dikare vê bike Ocalane û tenê ew dikare vê biryarê ji bo PKK’ê bide.

Kalkan beşdarî bernameyeke taybet a Kanala Medya Heber a PKK’ê bû û got: “ev Newroz wê bibe Newroza azadiya Ocalan û her kes dixwaze şert û mercên jiyan û karê azad ji boy Ocalan hebin û li hember vê jî îşkence û zextên li Îmraliyê bên rakirin.” her wiha dibêje: em hêvî dikin ku Newroza îsal bibe Newroza azadiya Ocalan û Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibin.

Her wiha bang li welatiyên Bakurê Kurdistanê, gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn dike û dibêje: ji bo pîrozkirina Newrozê bi coş dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin, di heman dem de bi dengek blind daxwaza azadiya Ocalan bikin.

Kalkan got, “piştî banga dîrokîya Ocalan wê heyeta Dem Partiyê bi aliyan re hevdîtinê pêk bîne, gotûbêjên cuda hene, dost û dijber jî hene, lê hin kes hewl didin li gor xwasteka xwe nirxandina bikin, lê di pratîkê de tiştek nîne, loma axaftin heye, lê pratîk tuneye.

Dibêje jî: banga Ocalan dengvedaneke cîhanî hebû. Her kesî daxuyanî da, heta Amerîka, Çîn û welatên din jî helwest nîşan dan, lê hêvî û bendewariyên siyasî wê çawa bin, nayê zanîn, ji ber ku di pratîkê de, tiştek zêde tune.”

Duran Kalkan rexne li durûtiya siyasîya hêzên Tirkiyê kir û got, “Partiyên Tirkiyeyê xwedî helwestin û Dem Partiyê red nakin, belku bi germî pêşwaziya wê dikin, lê li pêşberî medyayê her tiştî jehrîn dibêjin. Ev jî vê rastiyê nîşan dide ku ew zêde nehatine guhertin. Ji ber vê yekê her kes li bendêye, civak, raya giştî li bendêye ku desthilatdarî gavên cidî bavêje.

Herwesa got, pêngavên hikûmeta Tirkiyê bo aştiyê windakirina demêye, loma divê bizanibin ku Ocalan şansê wan yê dawiye, demokratîk bûn li ser esasa azadiya kurdan ji boy yekparçeîya Tirkiyeyê dawî derfeta li ber destê vê desthilatê ye; ger ev xal li ber çavan neyên girtin, nizanin dê siberoja wan çawa be, ji bo ev bangawazî pêk were, divê Ocalan di nava şert û mercên azad de bixebite û têbikoşe, lê desthilatdariyê berpirsyariyên xwe bi cih neaniye.

Kalkan axavtina xwe berdewam dike û wiha dibêje, “banga Ocalan li ser daxwaza dewlet Baxçelî bû û got, divê Ocalan were Meclîsê, lê di rewşeke bi vî awa de Ocalan çawa dikare ji girtîgehê rizgar bibe û biçe meclîsê û peyama xwe bide? Loma pêwîst nake hêzên siyasî yên Tirkiyeyê xwe weke xwedî maf bizanibin û dest deynin ser derfetên PKK’ê, loma em ji wan re dibêjin, ev hewildana we xwestekek ne mumkin û pûçe.

Pustên heman beş